Haber

Du hezar û sed û nod roj e qêrînek bo edeletê

Dayikek du hezar û sed û nod roj in li pey edeletê ye. Dayikek ku du hezar û sed û nod roj in bênavber hêsiran dirijîne li ber avahiyekî ku xwedêgiravî edelet pêk tê! Dayikek du hezar û sed û nod roj in li hemberî zordestan gavek li paş neavêt. Dayikek du hezar û sed û nod roj in bi hêviya ku edelet pêk bê li ber xwe dide. Dayikek du hezar û sed û nod roj in herdu destê xwe radike û li esman dinêre bo ev neheqiya hatiye kirin dawî bibe. Dayikek du hezar û sed û nod roj in wek polek li dijî serdestan disekine. Dayikek du hezar û sed û nod roj in bi heybet û wêrekbûna xwe hêvî û têkoşîna heq û maf bibîrxist û hê jî bibîr dixe. Dayikek du hezar û sed û nod roj in ne şilî ne berf ne jî bahoz nasdike. Dayikek du hezar û sed û nod roj in bi baweriya xwe destnîşankir ku fermanên zordaran li hemberî wê bêfeydeye. Dayikek du hezar û sed û nod roj in di dilê xêrxwazan da xwedî wijdan û ehleqan da bû sembolek. Dayikek du hezar û sed û nod roj in dengê xwe gihiştand dinya alemê.

Îktîdara zilmê dengê ku wek şîrê dayikê helal bû jê re bûn kor û lal. Dayikek du hezar û sed û nod roj in bi qêrîna heq esmanan hejand, di nav kûçe û kolanan de dengê wê yê bi êş û tolhildanî olan da. Dayikek du hezar û sed û nod roj in bi destê xwe yê tazî di bin kavilan de edeletê digere. Dayikek di sedsala bîst û yekan da bû Dîyojen, bû sembola wijdan û edeletê, li hemberî zordestan, serdestan bû derd û kul. Zordest û zalim dayika Emîne kirin sembola lêgerîna edeletê. Naziyan çawa ku ji Picasso re tabloyek (Guernica) dan çêkirin û bû sîmgeya hafîzaya mirovahiyê, dayika Emîne jî bi destên zaliman bû sembolek.

Dayikek bi berxwedan û têkoşîna xwe hêzê da çavên ku her tim di bin neheqiyan de tê vekirin. Dayikek ku bûye sembola lêgerîna edeletê. Dîrok ew ê binivîse vê neheqiyê û li hemberî neheqiyê rabûna dayikek.

14 Hezîrana sala 2018an da li Pirsûsê qetlîamek rû da. Malbatek kedkar wek rojên din li çarşiya navçeyê dikana xwe vekirin. Piştî nîvro qefîleyek ket nav çarşiyê. Ev qefîle ji bo hilbijartinê daxwaza reyan dikir. Çaxê ketin nav dikana malbata Şenyaşar, endamên malbatê bi hatina qefleyê bi nexweşhalî hestên xwe diyar kirin. Serokê qefîleyê parlamenterê AKPê İbrahim Halil Yildiz û xizmên wî bi vê nexweşhaliyê hêrsbûn û di navbera malbata kedkar de gengeşiyek destpêkir. Gengeşiya ku rû dabû encama wê ew ê bi qetlîamek bi dawî bibûya û di piştre dayika malbatê Emîne û kurê wî Ferît Şenyaşar çalakiyekî dîrokî li ber dadgeha Rihayê bidana destpêkirin. Xizmên Parlamenter Yildiz bi hovane êrişî malbata Şenyaşar kirin. Şerê ku di nav dikanê rû dabû ew ê xwe bigihiştanda nexweşxaneyê û endamên malbatê ku birîndarî sevk kiribûn nexweşxaneyê, bi tûpên oksîjenê li ser çardaran hatin ew ê batana qetîlkirin. Hacı Esvet Şenyaşar (66), kurên wî Adil (25) û Celal Şenyaşar (45) jiyana xwe bi hovî dest dan.

Ev rewş û hal û encama ku derketiye holê meseleya serdest û bindestî jî îfşa dike. Yanî rewş û halê malbata Şenyaşar prototîpa gelê xwe bû. Ji qatlîamên komkî bi ber qatlîamên malbatî va ev pergal didome. Perçebûna gel û civake pişt dide êrîşên kuştinî çi bi destên serdestan rasrerast çi bi destên şîrekên wan ên heremî be ev buyer destnîşan dike ku kuştine hêsan dike. Doza Şenyaşaran dibe ku bi gelek alî va were nirxandin. Serdest bi nêzikbûna xwe da xuya kirin ku eyan beyan pişta şîrekên xwe yê herêmî digre. Peyamek ji civakê re rê dike îktîdar bi ser malbata Şenyaşar va. Belê ev peyam çi ye û armanca wî çi ye? Pergela serdest û bindest têkîliyên navbera wan da ji adaletê, ji rehme, ji heq û maf bêpare. Serdest fermanê dide, bindest jî tenê heqê wiyê êrekirinê heye. Redkirin bo cezakirinê û kuştinê bes e. Pêşî maxdur dike paşê dîsa bi destûra wî tê rast kirin. Em biwêjek edeleta serdestan îfşa bikin her hal ji ve gotine xweştir nîne; “serî vala binî pûç” yan jî “serî al e binî başewal e”. Gelên bindest hem te kuştin hem jî edelete ji serdestan daxwaz dike. Kin û kurtasî, dibê tu ji min bî ew ê adalet pêk bê. Dîrok û pergal li ser esasen serdestî hatiye ava kirin lê dîroka berxwedanê heta dev bi têkoşînê jî tijeye. Dayika Emîne jî yek ji têkoşere dîroka bindesta ye.

Serdest kêlî bi kêlî quncik bi quncik di nava gelên bindestan de her tim alozî, şer û pevçûnê, tovên dijminatiyê ava dike. Karên wan ên sereke di nav gel de dijminatiya kûr û dirêj avakirine. Vêga em diçin gundekî, taxakî, kolanek di nav malbatan de dijminatî xwe dide hîskirin. Yekitiya civatek, gundek, taxek destpêka azadiyê ye. Serdest û mêtînger wiya baş zanin ji bo wî perçekirin, bêaqubetî û yekitiya ku hatiye qutkirin karên wan hêsantir dike. Belê me çavên xwe di nav şerek qirêj da vekir. Tiştê ku li ser malbata Şenyaşar hat kirin dibe ku em ji vê helê de jî binêrin û bixweynin. Çi qas karên kirêt hebin serdest bi zanayî li ser gelê me bar dike. Bi vê rêyê hindire çand û feresata hezar salan xwestin vala bikin û bingeha ku em li ser gihiştine yanî koka ku em li ser mezin bûne xwestin qut bikin. Bi rêzefîlman, romanan, fîlman, çîrokan, bi lêkolînên propagandîst çi qas derew û vir hebin danîn pêşiya me. Ne têrbûn ne jî ji nefsên xwe yê tinekirine kêm ketin. Li hemberî wan dengê dayikên welat bilind dibû. Sebiyên wan dayikên ku bi dengê xwe olan didan xweliya mirarî li ser xwe avêtin û têkoşînek bêhempa heta vê rojê bênavber didome. Dengê ku ji nav qelebalixê bilind bû û bersiva ku hatibû dayîn bêguman bêhempa bû û wisa bû “hûnê me qirbikin xwelî serê we be”. Ev motto di çepera xwe de ji xwe bawer bûnê hêma dikir, îroniyek bi devkenî li hemberî zaliman sekna wêrekbûnê li dardixe. Ev hevoka kin û giran peyamek jî li xwe bar kiriye û bi min di navbera “siwar hatin peya çûn” de têkîliyekî xurt jî heye. Kin û kurmancî em li vir in û em ê her hebin.

Azucena Villaflor, Josefa, Raquel, Beatriz, Delicia, Raquel, Haydee, Mirta, Berta, María Adela, Cándida Felicia, María Mercedes û Julia. Ev çardeh dayikên Arjantînî 13 Nîsanê di sal 1977an de destnîşan dikirin û ber destê sibehê ji malên xwe derketin. Li hemberî Qesra Serokatiêe Casa Rosada(Mala Pembe/helesor) li meydanê, xwe gîhiştandin Plaza de Mayoyê (Meydana Gulanê). Wek îro ji bo siyaseta Arjantînê mekanek muhîm bû. Li Meydana Gulanê çalakiyek bêhempa dan destpêkirin û roj bi roj li hemû dinyayê dengê wan belav bû. Zarokên xwe dixwestin. Ew ê pirsek ji cuntaya leşkerî pirs bikirina, we zarokên me bi kû ve bir? Wêrekbûn, îlham, têkoşîna heq, li pey windakiriyên xwe çûndin… Sal 1995an li Meydana Galatasarayê dayikên welatên me û dostên wan roja şemiyê ji bo zarokên xwe yê bi destên faşîst û dijminê gel ve hatine qetilkirin û windakirin çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Çend hefte berê rûniştina wana ya vê meydanê gîhişte 1000 hefteyê û ji sala 2018an vê jî îqtîdara zordest û zalim nahêle ku Dayikên Şemiyê aqûbeta zarokên xwe pirs bikin. Dayika Emîne bi tena serê çalakiya ku da destpêkirin berxwedana reşika Rosa Parksê dide bibîrdixe.

Sala 1955an de otobusa ku her roj lê siwar dibû çaxê serdest û spiyên faşîst siwar bibûna bi darê zore ji cihên xwe radibûn û cîh didan spiyên Emerîkî. Rosa Parks ji cihê ranebû û berxwedanek da destpêkirin, spiyên serdest ew ê ji Rosa re viya nehiştina û ew ê batana girtin. Dayika Emîne jî li ber dadgeha Rihayê çalakiya rûniştine dabû destpêkirin. Çi astengî hebûna ew ê serdest û şîrekên wan ên ji ehlaqê bêpar derxistana. Doz li ser dozê hat vekirin, bo çalakî dawî bive û dayika Emîne vegere mala xwe her tiştî kirin lê Emîne Şenyaşar ji daxwaza xwe yek gav li paş neavêt. Dayika Emîne bi çend dovîzên ku edeletê daxwaz dike derket meydanê. Du hezar û sed û nod roj in bi hemû astengiyan li ber xwe dide, dengê xwe gîhaştand hemû însanan. Dayika Emîne bi tena serê xwe derket meydanê vêga bi mîlyonan însan pê re ne. Dayika Emîne li hemberî hovan bûye sembola “lêgerîna edaletê”. Em ê her tim li kêleka Dayika Emîneyê bi ser bilindî, bi hêz û xwedî maf bisekinin. Heta ev edaleta kor û seqet pêk neyê wê têkoşîna ku dayikên welat didomînin dê her hebe û li ber xwe bide.

Ez ê nivîsa xwe bi gotinên Dayikên Gulanê (Plaza de Mayo) dawî bînim; “tenê têkoşînek dibe ku bin bikeve; ew jî terkkirina têkoşînê ye.”

Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Türk türbanlı eskort istanbul kızlar
-
Başa dön tuşu
escort
istanbul escort
istanbul escort
istanbul escort
istanbul escort
istanbul escort
adalar escort
arnavutköy escort
ataşehir escort
avcılar escort
bağcılar escort
bahçelievler escort
bakırköy escort
başakşehir escort
bayrampaşa escort
beşiktaş escort
beykoz escort
beylikdüzü escort
beyoğlu escort
büyükçekmece escort
çatalca escort
çekmeköy escort
esenler escort
esenyurt escort
eyüp escort
fatih escort
gaziosmanpaşa escort
güngören escort
kadıköy escort
kağıthane escort
kartal escort
küçükçekmece escort
maltepe escort
pendik escort
sancaktepe escort
sarıyer escort
şile escort
silivri escort
şişli escort
sultanbeyli escort
sultangazi escort
tuzla escort
ümraniye escort
üsküdar escort
zeytinburnu escort
istanbul escort